Webbplatsen använder teknik som troligen inte stöds av din webbläsare som exempelvis Internet Explorer 11. Vissa saker kan se konstiga ut eller inte fungera. Vi rekommenderar att du byter till en modern webbläsare istället.

Gå direkt till huvudinnehållet

Navenda lênêrînê

Dema nexweş bikevî, an jî zirarê bidî xwe an jî derûniya te ne baş be tu yê pêşî berê xwe bidî Navenda lênêrînê. Li navênda lênêrînê em alîkariya te dikin da ku sax bî û jiyaneke sax bijî.

Li navenda lênêrînê dê ji bo van xalan alîkarî bê kirin:

  • Enfeksiyon (weke mînak kuxika demdirêj, çilm,germa laş,êşa gewriyê an jî kulbûna rêya mîzê)
  • Tengnefesî û nexweşiya KOAHLê
  • Nexweşiya zik û ruviyan
  • Tansiyona bilind û nexweşiyên dil û damaran
  • Nexweşiyên çêrm û kul
  • Nerehetiyên derûnî
  • Alerîi
  • Nexweşiya şekir
  • Daketina bi bîranînê an jî dementî
  • Nexweşiyên  jînekolojîk
  • Aşî, derzî

Li navenda lênêrînê wê komeke ji hekîm, nojdar, pêşnojdar, guncavkarên rehabilitasyonê û xebatkarên ku karê derûnî dikiny ên zana wê pêşwaziya te bikin.

Hemî navêndên lênêrînê xwediyê malperên taybet in.

Him lênêrîn û him jî tenduristî li navenda lênêrînê

Li navendê lênêrînê em him di warê lênêrînê de û him jî di warê tendurisyiyê de kar dikin. Li vê derê tu yê bibîne ka navendeke lênêrînê dê bi çi şêwazî alikariya we bike.

Tengnefesî û KOAHL

Ku te nefeskêşî ji te re zehmet be û bi qasî têra xwe nefesê nestînî?  Dema nerehetiya te ya nefeswergirtinê an jî KOAHLê hebe dikarî werî navenda lênêrînê. Em şiyana cegera te dipîvin, derman dikin û nexweşiya te dişopînin.

Em dizanin ku zehmet e ku meriv dest ji cixarê berde. Her wiha dizanin dê çendîn bi feyde be ji bo te. Jib o amojgerî û piştgirî bi me re biaxife.

Tansiyon û nexweşiyên damar û dil

Ger bixwazî tansiyona xwe bipîvî dikarî wê yekê li ba me bikî. Ger tansiyona te bilind be hîn caran pêwîste tedawî bê kirin û ji bo daxistina wê derman hene ji bo bi karanînê. Her wiha em agahdarî didin da ku tu çawa dikarî jiyana xwe biguhêrî da ku rê li ber nexweşiyê bigrî.

Dementî

Ger tu lê bizanî ku bibîranîna te xera dibe û derûdora xwe fêhm nekî  were ba me da ku em lênêrînekê bidin destpêkirin. Her wiha wekî kesên ji malbatê jî hûn dikarin bi me re têkildar bin.

Nexweşiya şekir

Ger te nexweşiya şekir hebe an jî gumana te di derbarî nexweşiyê de hebe tu dikarî li ba me serî lê bidî. Ji bo kesên ku ş re nexweşiya şekir hebe em alîkarî didin. Li ba me dikarî şekirê xwîna xwe bipîvî, di derbarî xwarin û sporê de zanyarî werbigrî û her wiha tu yê bi şêwaza herî baş çawa nexweşiya xwe derman bikî.

Tenduristiya derûnî

Tu dilşikestî yî, bê hedan î, ne aram bî ku li ser jiyana te bandorê bikin? Ku demeke dirêj e ku nikarî xew bikî? Ji piştgirî û rênîşandanê serî li me bide. Emê hewl bidin bi hev re, egerên ku jiyanê li teng dikin çareser bikin an jî emê her wiha hewl bidin ku hestên te fêhm bikin û ewana li ber çavan bigirn.

Derzî/Aşî

Te biryar daye ku biçî derveyî welêt? An jî  derziya li hember şewbê ya demî li xwe buxî?  Li navêndên lênêrînê yên nêzik tu dikarî derziyên ji rêzê li xwe bixî, weke mînak nexweşiya jana zirav, Hepatit A û B, tetamos û hîn derziyên din yên pêwîst. Bi navenda lênêrîna ya xwe re pêywendîdar be ji bo agahdarî û  veqetandina demê.

Navenda lênêrîna ya zarokan

Navenda lênêrîna zarokan jî perçeyek ji navenda lênêrîna esasî ye û pêşketina zarokên we dişopîne di derbarî serpereştiya we de amojgerî û zanyarî dide.

Navendên lênêrîna zarokan xwedî malperên taynet in.

 

Senast uppdaterad: 2018-01-30 15:18