Webbplatsen använder teknik som troligen inte stöds av din webbläsare som exempelvis Internet Explorer 11. Vissa saker kan se konstiga ut eller inte fungera. Vi rekommenderar att du byter till en modern webbläsare istället.

Gå direkt till huvudinnehållet

Navenda lênêrîna zarokan

Ku meriv bibe xwedî zarok bi xwe re guhertinên bingêhîn tîne di jiyanê de. Li navenda lênêrîna zarokan em pêşveçûna zarokê we dişopînin û her wiha amojgerî û zanyariyê diden we di warê serpereştiyê de.  Hûn dikarin di derbarî her tiştî de pirsan bikin. Ji endişeyên li ser tenduristiya zarok  bigre heya bi pirsa ka meriv dikarê pirsgirêkên jiyanê yên rojane çawa çareser bike de hûnê pirsên xwe bikin.

Li navenda lênêrîna zarokan (BVC) xizmet ew in:

Lênêrînên tenduristî  (fîzîkî,derûnî û pêşveçûna cîvakî)

  • Derzî/Aşî
  • Amojgeriya li ser mêjandinê
  • Amojgeriya li ser têrkirinê
  • Amojgeriya li ser xewê
  • Piştgirî ji bo êrka serpereştiyê

Piştî ku zarok ji te re çê bû hûnê bi navenda lênêrîna zarokan re têkîlî dêynin ji bo serlêdanekê. Navenda lênêrîna zarokan serlêdana malê dide her kesê ku jê re zarok çêbûyî.

Hemî serlêdanên li navenda lênêrîna zarokan  beleş in. Navenda lênêrîna zarokan beşek ji navenda lênêrînê ye û zarok li wê de tên nîvîsandin. Dema ku zarok nexweş bibe an jî zirarek çêbibe hûnê pêşî pêywendî bi navenda lênêrînê rê dêynin.

Ma hûnê bixwazin dêûbavên din yên ku jê re zarok çêbûne bibînin û bi wan re têkîlî dêynin? Divê tu hîngê di komên serpereştan de cîh bigrin.

Li navenda lênêrîna zarokan nojdar û hekîmên xwedî zanyariyên taybet li ser tenduristiya zarokan û pêşveçûna wan kar dikin

Hilbijartina navenda lênêrîna zarokan

Senast uppdaterad: 2018-02-22 14:27