Varning!
Just nu pågår bedrägeriförsök mot patienter där personen som ringer påstår sig ringa från vårdcentralen. Vi ber aldrig patienter logga in med Bank-ID eller dylikt över telefon. Avbryt samtalet omedelbart om du blir ombedd att göra detta.
Dibe ku gelek sebeb hebin ku tu xwe bi êş û sînorkirî dibînî;
seqetiyeke ji xwedadanê de, zirareke bi sporê ve girêdayî , stres, emeliyat, xwîndawerîna mêjî, seqetiyeke di destan de, artors an jî êşêke demdirêj. Her ji jiyaneke çalaktir an jî bixwazî jiyaneke rojane ya hêsan bijî bi xêr werî servîsên me yên rehabîlîtasyonê.
Ji te re hawale ne lazim e û her wiha ne pêwîste ku navê hatibe qeydikirinê ji bo ku ji xwe re demekê veqetînî li ba fîzyoterapîst/ jîmnastê nexweşan an jî terapîstê kar.
Di derbarî jiyana rojane de zehmetiyê dikşînî, an jê di derbarî kar û bikaranîna dema xwe ya vala de? Terapîstê me yê kar dê ji bo peydakirina çareseriyê alikariya te bike da ku jiyana te ya rojane heya ji dest were hesantir û çalaktir bibe.
Emê bi hev re plansaziyeke ji bo te çêkin ku ji çalakî û werzîşê pêk tê. Naverok ev e:
Hîn caran daxwaz û temrîn ne bes e. Dê hîngê terapîstê kar wê ji te re alîkar bin daku bikanî navgînên alîkar yên cûrbecûr bi kar bînî ji bo ku jiyana rojane hesantir bibe.
Li ba fîzyoterapîst/Jîmnastê nexweşan dê ji bo peydakirina çareseriyê alikariya te bê kirin da ku jiyana te ya rojane heya ji dest were hesantir û çalaktir bibe.
Dermankirina li ba fîzyoterapîst/Jîmnastê nexweşan dê bi van şêweyan alîkariya te bikin:
Stres û endîşe dikarin di laşê mirov de êşê çêbikin. Hîngê rêbazên rêlibergirtina stresê û rahênana laşrehetkirinê dê bibin alîkar.
Kîan rêbaz alîkariyê ji te re guncav e li gor şert û mercên tu tê de derdikeve holê. Alikari dikare li mal, bi serê xwe an jî li ba me bê dayîn.
Li servîsên tenduristiyê yên nêzik, ku nexweşiyeke te ya nevrolojîk hebe dikarî alîkarî werbigrî. Dikare nexweşiyeke demdirêj be an jî piştî nexweşiya te pêwîstiya te bi piştgiriya rehabîlîtasyonê hebe.
Li gor van xalên jêr dibe ku pirsgirêk hebin;
Em bi hev re ji bo te plansaziyeke ji bo armancên te çêdikin..
Li hîn beşên navendên lênêrîna nêzik komên lênêrîna nevro hene. Em ew kesên ku di van koman kar dikin, em fîzyoterapîst/jîmnastên nexweşan û logopedên û di vî karî de zanyariyeke me ya dûrûdirêj heye di warê nexweşiyên nevrolojîk de. Tu an jî endamênmalbatê dikarin bi navêndên lênêrîna nevroloîjk re pêywendiyê dêynin ji bo teşhîseke demildest. Em ji we hewaleya nexweşiyê naxwazin.
Serwîsên rehabîlîtasyonê bi komên lênêrîna nevro
Ji bo ku çalakiyên rojane bi rehetî pêk werin navgînên alîkarî yên şexsî dl bibin perçeyek ji pêvejoya rehabîlîtasyonê û tedawiyê. Nagînên alîkar dikarin karên laş yên kêm bûyî baştir bikin, temam bikin an jî çalakiyên laş biparêzin da ku wenda nebin
Piştî nirxandina pêwîstiyên te tu dikarî hîn navgînên alîkar ji bo demên kurt an jî dirêj ji me werbigrî.
Ku navgînên te xera bibin an jî jo bo bikaranînê xeter bin dikarî bi demildestî bi jimara navenda navgînên alîkar re têkîlî dêynî 010 - 473 80 80 an jî berê xwe bidî navenda lênêrînê yên nêzik. Ger tu rastî qezeyekê werî dema tu navgînên alîkar bi kar bînî pêwîste bi serwîsa rahabîlîtasyonê ku ev navgîn da bu te re têkildar bî ji ber ku li ser qezayê lêkolîn bê kirin.