Webbplatsen använder teknik som troligen inte stöds av din webbläsare som exempelvis Internet Explorer 11. Vissa saker kan se konstiga ut eller inte fungera. Vi rekommenderar att du byter till en modern webbläsare istället.

Gå direkt till huvudinnehållet

Serlêdana li ba me

Li jêr hîn zanyariyên pêwîst hene ku baş e bên zanin dema hûn serlêdana me bikin an jî bi servîsên xizmeta tenduristî yên nêzik re têkîliyê dêynin.

Veqetandina demê

Tu dikanî li servîsa tu lê hatî qeydkirin bi rêya telefon an jî bi rêya yekser li ser malperê ji xwe re demê veqetînî.  Li hîn servîsan derfeta ”hema were” jî heye. Li malperên servîsan agahdarî tê dayîn ka meriv çawa û bi kîjan şêwazên cûrbecûr dikare dikare bi wan re têkîliyê dêyne.

Dema xwe 24 seetan berî serlêdanê bettal bike

Ger derfeta te ya hatina serlêdaneke plankirî nebe pêwîste tu wê dema veqetandî 24 seetan pêşî bettal bikî. Bi rêya telefonê bi servîsa tu pê ve girêdayî ve pêywendîdar be an jî bi rêya  1177 ketina malpera rehbera servîsa lênêrînê û xizmetên elektronîk bettal bike.

Ger tu neyê serdana plankirî û dema veqetî bettal nekî  dê heqê serlêdanê ji te bê stendin.  Serlêdana ku hatî plankirî serlêdaneke beleş ba jî tu yê dîsa jî 100 kron xerc bidî.

Pêywendî bi rêya xizmetên elektronîk

Hemî  beşên xizmetê lênêrînê ya nêzik girêdayî  1177 malpera rehbera servîsa lênêrînê û xizmetên elektronîk in ku li wê derê tu dikarî ji xwe re dema serlêdanê veqetînî , dema serlêdanê bettal bikê an jê biguhêrî an jî reçeteyên dermanan nû bikî.  Beşên cûrbecûr yên lênêrînê xizmetên elektronîk yên cûrbecûr didin. Xizmetên elektronîk tu yê di malperên servîsan de bibînî.

Nasnama xwe her dem bi xwe re bîne

Her cara ku tu serlêdana beşên navendên tenduristiyê yên nêzik bikî divê nasnama te digel te be. Ji bo ku em karibin xizmetekî baş û ewlw bidin nexweşan pêwîst e ku em zanibin em kesên rast derman dikin. Du dikarî xwe bi nasnama xwe, bi destûrnama ajotinê, bi pasaporta xwe an jî bi hîn nasnameyên dinlê bidî naskirin.

Xercê nexweşan

Ji bo piraniya serlêdanên navendên lênêrînê pêwîst e tu xercekî bidî. Ji bo me baş e ku hûn wê xercê bi kartê bidin. Lê ger tu nikarî wê xercê bi karta xwe bidî dikarî bi dest jî an jî rêya fatûreyê jî razînî. Ku temenê te ji 85 salan zêdetir be hemî selêdan beleş in.

Te karta xwe ya ji bo karta lêçûnên zêde jibîr kir? Wê kartê dema tu hatî serlêdana me jibîr meke.

Senast uppdaterad: 2022-09-16 14:08