Webbplatsen använder teknik som troligen inte stöds av din webbläsare som exempelvis Internet Explorer 11. Vissa saker kan se konstiga ut eller inte fungera. Vi rekommenderar att du byter till en modern webbläsare istället.

Gå direkt till huvudinnehållet

Xwe li ba navenda lênêrînê qeyd kirin

Ku meriv ji xwe re navendeke lênêrînê hilbijêre ew tê wê wateyê ku meriv biryar dide da wê ji ku derê xizmetê lênêrînê werbigre. Navê vê pêngavê qeydkirin e.  Ev yek di heman gavê de tê wê wateyê ku tu yê bi nirxa pereyekî kêm serlêdana navenda lênêrînê bikî.

Pêngava hilbijartina navenda lênêrînê pêngaveke şexsî ye lewma pêwîst e ku her kesê malbatê ji xwe re navendeke lênêrînê hilbijêre. Ji bo zarokên heya 16 salan dêûbav vê biryarê didin.

Dema tu zarokê xwe li navenda lênêrînê qeyd bikî dê hîngê zarokên  ji şeş salan biçûktir jî ji ber xwe li heman navendê bên qeyd kirin.

Qeydkirin tenê ji bo navendên lênêrînê û navendên lênêrîna zarokan e. 

Bi rêya 1177 rehbera servîsa lênêrînê xizmetên elektronîk

Şêwaza herî lezgîn ji bo hilbijartna navendên lênêrînê bi rêya  rehbera servîsa lênêrînê û xizmetên wê yên elektronîk in. Li ser ”navenda lênêrînê hilbijlre” bitikîne ji bo bikevî malperê û telîmatên li wir bişopîne ji bo ku navenda lênêrînê a tu dixwazî hilbijêrî. Qeyda te ji dora din a rojê bi şundê di xizmet de ye.

Navenda lênêrînê hilbijêre

Ji bo ûandina malê formekê daxwaz bike

Tu dê formekê binivîsî li ser malperê û di nav çend rojan de wê ji te re formeke amadekirî be şandina malê. Tu yê wê formê îmze bikî û ji nu ve bişêynî navenda lênêrînê. Qeyda wê roja pişt derbas bibe ji dema navenda lênêrînê tu li ba xwe bi qeyd kirîbi şunde.

Li navenda lênêrînê

Li navenda lênêrînê em bi dilxwazî alîkariya te dikin. Biçe navenda lênêrînê ya tu dixwazî û bêje ku tu dixwazî xwe li ba wan qeyd bikî. Hilbijartina xwe ya navenda lênêrînê berî ku tu nexweş bibî bike ji ber ku qeydkirin ji roja te xwe niîsandî bi şunde derbas dibe.

Senast uppdaterad: 2018-03-06 16:03