Webbplatsen använder teknik som troligen inte stöds av din webbläsare som exempelvis Internet Explorer 11. Vissa saker kan se konstiga ut eller inte fungera. Vi rekommenderar att du byter till en modern webbläsare istället.

Gå direkt till huvudinnehållet

Deftera te ya qeydkirinê

Dema tu weke nexweş bi navendeke lênêrînê ve girêdayî bî  hemî xizmetên ji bo te hatine dayî di deftera te de tên qeydkirin. Deftera qeydkirinê ev deftere ku dema her zanyariya di derbarî tenduristiya te de lê tê nîvîsîn. Di wê defterê de weke mînak rabirdiya nexweşiyên te, encamên lênêrînên li ser te û her wiha dermanên tu dixwî tê de hatine qeyd kirin. Te maf heye ku ji zanyariyên di defterê de hatî nîvîsîn agahdar bî.

Deftera qeydkirinê bi rêya înternet

Bi rêya 1177 ketina malpera rehbera servîsa lênêrînê û xizmetên elektronîk hûn dikarin bi şêweyekî dîjîtal zanyariyên di derbarî xwe de bixwînin ji roja 1 mijdara 2016 an bi şunde.

Bi rêya 1177 rehbera servîsa lênêrînê û xizmetên elektronîk kopiyekê ji deftera qeydê bixwaze

Hinek ji servîsên girêdayî me mafê xwestina kopya deftera qeydê didin we bi rêya rehbera servîsa lênêrînê û xizmetên elektronîk.  Li servîsa tu li ba hatî qeydkirî bigere. Bi rêya 1177 ketina malpera rehbera servîsa lênêrînê û xizmetên elektronîk dikarî bitikînî û kopyekê ji deftera xwe ya qeydê daxwaz bikî. Her wiha dikarî bi şêwazên din jî ku li jêr hatine diyarkirin heman sîparîşê bikî.

Bi rêya form, serlêdan an jî telefonê sîparîêdan

Her wiha dikarî kopya deftera qeydê ya xwe bi rêya formên taybet ku tu yê dagirî û ji beja tu li ba hatî nîvîsîn re bişêynî daxwaz bikî.
Her wiha dikarî heman sîparîşê bi rêya telefon jî bikî an jî bi serlêdanake li heman servîsê jî heman sîparîş dê bê kirin.

Dema bîryardanê û xerc

Dê sîparîşa wergirtina kopya deftera qeyda wê çiqas demê bistîne bi mezinahiya sîparîşê ve girêdayî ye û her wiha  zanyariyên qeydkirî çawa hatine parastin ve girêdayî ye. Nirxandineke şexsî tê kirin ji bo her daxwazê.

Kopye ji bo navnîşana te ya tu lê hatî nîvîsîn re tên şandin..

Ji bo her kopya ku li ser kaxizê hatî derxistin xercek heye.

Senast uppdaterad: 2023-01-04 11:06