Webbplatsen använder teknik som troligen inte stöds av din webbläsare som exempelvis Internet Explorer 11. Vissa saker kan se konstiga ut eller inte fungera. Vi rekommenderar att du byter till en modern webbläsare istället.

Gå direkt till huvudinnehållet

Servîsa rehabîlîtasyonê

Jiyaneke çalaktir û bi liv û bizav

Dibe ku gelek sebeb hebin ku tu xwe bi êş û sînorkirî dibînî;
seqetiyeke ji xwedadanê de, zirareke bi sporê ve girêdayî , stres, emeliyat, xwîndawerîna mêjî, seqetiyeke di destan de, artors an jî êşêke demdirêj. Her ji jiyaneke çalaktir an jî bixwazî jiyaneke rojane ya hêsan bijî bi xêr werî servîsên me yên rehabîlîtasyonê.

Ji te re hawale ne lazim e û her wiha ne pêwîste ku navê hatibe qeydikirinê ji bo ku ji xwe re demekê veqetînî li ba fîzyoterapîst/ jîmnastê nexweşan an jî terapîstê kar.

Di jiyana rojane de zêde deng û reng

Di derbarî jiyana rojane de zehmetiyê dikşînî, an jê di derbarî kar û bikaranîna dema xwe ya vala de? Terapîstê me yê kar dê ji bo peydakirina çareseriyê alikariya te bike da ku jiyana te ya rojane heya ji dest were hesantir û çalaktir bibe.

Emê bi hev re plansaziyeke ji bo te çêkin ku ji çalakî û werzîşê pêk tê. Naverok ev e:

  • Tu yê çawa di jiyana rojane de rewşeke bi rêkûpêk bi dest bixî
  • Temrîna girêîik û destan
  • Temrîna bîrê (hiş), baldarî çareserkirina pirsgirêkan
  • Xaniyê te dê çawa li gor jiyana te were raxistin û çêkirin
  • Amojgeriya ergonomik, fêrbûna rênîşandan û teknîka bikaranîna laş bi rengekî rast

Navgînên alîkar

Hîn caran daxwaz û temrîn ne bes e. Dê hîngê terapîstê kar wê ji te re alîkar bin daku bikanî navgînên alîkar yên cûrbecûr bi kar bînî ji bo ku jiyana rojane hesantir bibe.

Êşê kêm bike û bi hêz bibe

Li ba fîzyoterapîst/Jîmnastê nexweşan dê ji bo peydakirina çareseriyê alikariya te bê kirin da ku jiyana te ya rojane heya ji dest were hesantir û çalaktir bibe.

Dermankirina li ba fîzyoterapîst/Jîmnastê nexweşan dê bi van şêweyan alîkariya te bikin:

  • Êşa di stû, mil û piştê de
  • Hişkbûna girêçikan û masûlkên rakêşî
  • Seqetiyên ji ber spor û werzîşê
  • Nexweşiyên nevrolojîk

Stres û endîşe dikarin di laşê mirov de êşê çêbikin. Hîngê rêbazên rêlibergirtina stresê û rahênana laşrehetkirinê dê bibin alîkar.

Kîan rêbaz alîkariyê ji te re guncav e li gor şert û mercên tu tê de derdikeve holê. Alikari dikare li mal, bi serê xwe an jî li ba me bê dayîn.

Hemî servîsên rehabîlîtasyonê  (liste A-Ö)

Nexweşiya nevrolojîk an jî seqetî

Li servîsên tenduristiyê yên nêzik, ku nexweşiyeke te ya nevrolojîk hebe dikarî alîkarî werbigrî. Dikare nexweşiyeke demdirêj be an jî piştî nexweşiya te pêwîstiya te bi piştgiriya rehabîlîtasyonê hebe. 

Li gor van xalên jêr dibe ku pirsgirêk hebin;

  • Xwîn darevîna mêjî
  • Seqetiya hestûyê sêrî
  • MS (Multipel skleros)
  • Nexweşiya Parkinsonê
  • ALS
  • Jarbûna masûlkan

Em bi hev re ji bo te plansaziyeke ji bo armancên te çêdikin..

Koma lênêrîna Nevro

Li hîn beşên navendên lênêrîna nêzik komên lênêrîna nevro hene. Em ew kesên ku di van koman kar dikin, em fîzyoterapîst/jîmnastên nexweşan û logopedên û di vî karî de zanyariyeke me ya dûrûdirêj heye di warê nexweşiyên nevrolojîk de.  Tu an jî endamênmalbatê dikarin bi navêndên lênêrîna nevroloîjk re pêywendiyê dêynin ji bo teşhîseke demildest. Em ji we hewaleya nexweşiyê naxwazin.

Serwîsên rehabîlîtasyonê bi komên lênêrîna nevro

Navgînên alîkariyê

Ji bo ku çalakiyên rojane bi rehetî pêk werin navgînên alîkarî yên şexsî  dl bibin perçeyek ji pêvejoya rehabîlîtasyonê û tedawiyê. Nagînên alîkar dikarin karên laş yên kêm bûyî  baştir bikin, temam bikin an jî çalakiyên laş biparêzin da ku wenda nebin

Piştî nirxandina pêwîstiyên te tu dikarî hîn navgînên alîkar ji bo demên kurt an jî dirêj ji me werbigrî.

Navgînên alîkar yên xerabe

Ku navgînên te xera bibin an jî jo bo bikaranînê xeter bin dikarî bi demildestî bi jimara navenda navgînên alîkar re têkîlî dêynî  010 - 473 80 80 an jî berê xwe bidî navenda lênêrînê yên nêzik. Ger  tu rastî qezeyekê werî dema tu navgînên alîkar bi kar bînî pêwîste bi serwîsa rahabîlîtasyonê ku ev navgîn da bu te re têkildar bî ji ber ku li ser qezayê lêkolîn bê kirin. 

Senast uppdaterad: 2018-02-22 14:28